Îro sêkrêtarê sereke, yê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tê Yêrêvanê

Sêkrêtarê sereke, yê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Îmangalî Tasmagambêtov wê îro bê Yêrêvanê û wê rastî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bê, bona ku encamên civîna organîzeyêye li Mînskê pêşdahatî gotûbêj bikin.Derheqa wê yekêda qulixdarîya organîzeyê,ya çapamenîyê daye dîyarkirinê.
“21 ê kanûnê seredana sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Îmangalî Tasmagambêtov, ya li Yêrêvanê têra hatîye dîtinê, li kîderê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê pêk bê.Wextê hevdîtinê, wê encamên civîna şêwira wezîrên parastinê, şêwira wezîrên karên der, şêwira sêkrêtarên komîtêyên ewlehkarîyê û civîna organîzeyêye tomerî bêne gotûbêjkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Sala 2023 a nava çarçoveya hevdîtinên organîzeyêye li Mînskê, Ermenîstan beşdar nebûye. Piştî wan hevdîtina hatibû gotinê,wekî sêkrêtarê organîzeyê wê here Yêrêvanê û pevketinên destanî raberke.







