H’emû nûçeSereke

Seroka koma krîzeya navneteweyî li cem binelîyên Qerebaxê qesidîye, yên ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine derxistinê

Seroka koma krîzeya navneteweyî Komfort Êro li cem binelîyên Qerebaxê qesidîye, yên ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine derxistinê û li Ermenîstanê cîhwar bûne.

“Meriv ber xwe dikeve, dema ku dibîne ku malbetên penaberên ji Qerebaxê çi cûreyî dicêribînin li Ermenîstanê cîhwarbin. Ji wana ji sed hezarî zêdetir meriv meha îlonê, wextê opêrasîyona Adirbêcanêye leşkerî, ji  Qerebaxê revîne”,-Êroyê mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.

Ewê daye dîyarkirinê, wekî ew li malbeteke li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê qesidîye.

“10 zarokên wê malbetê hene û hewcetîyên wan gelekin.Mînanî yên mayîn, wana jî hemû tişt hiştîye û bêyî tu hêvîyê hatine.Bona nasîyaxwedayîna wî halî, em rastî muxtarê gund hatin”,-Êroyê nivîsîye.

Ewê serda zêde kirîye, wekî întêgrasîya penaberaye li Ermenîstanê wê gelekî dijwarbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button