H’emû nûçeSereke

Dewsa wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” bi pêşnîyarkirina rêyên başqe çend meremên Îranê hene: Fûya Huseynî

Îranê zûva xetên xweye sor kişandine û derheqa wê yekêda tîne bîra hemû alîya.Derheqa wê yekêda serokê fonda Ermenîstanê û Îranêye hevkarîyê Fûya Huseynî gotîye.

Bi gotina wî, Îran usa jî bona pirsa “Korîdora Zangêzûrê” xemgîne: “Îranê cêriband bona wê yekê rêyeke başqe sazke. Çûyîn-hatina ji Adirbêcanê berbi Nexçêvanê li ser axa Îranêra her dem hebûye, lê niha gilî derheqa rîya hesinî û rêyên diha başdane û ew rê wê bin kontrola Îranêdabin.Bi wê yekê çend meremên Îranê hene. Berî her tiştî ew rêyên başqe pêşnîyar dike. Ya duem ewe, ku heger rîya ku  Adirbêcanê Nexçêvanêva dide girêdanê, bin kontrola Îranêdane û Îran tehsîra xweye ser Adirbêcanê û Tirkîyayê xweyî dike û tehsîra Îranê li Qafqasîya Başûr diha mezin dibe.Ew yek usa jî meremên alîyên başqe dide tunekirinê”,-Huseynî gotîye.

Ewî gotîye, wekî Îranê her dem cêribandîye li Qafqasîya Başûr sîyaseta serbixwe pêk bîne: “Hetanî şerê Qerebaxê, rola Rûsîyayê li Qafqasîyayê mezin bû.Piştî şerê Ûkraînayê rola Rûsîyayê zeyîf bûye û berjewandîyên Îranê bin qezîyayêdanin.Îran dicêribîne bi cûrên nû xwe li herêmê bide kifşê û tabîyên xwe bide qewînkirinê.

Fûya Huseynî gotîye, wekî li ser sivira  serokatîya Îranê hemû ssênar jî hene: “Rola Îranê li Qafqasîya Başûr mezine û ewê îzinê nede ku opêrasîyonên leşkerî bêne derbazkirinê.Îran dicêribîne hemû alîya dora sivirê berevke û îzinê nede ku hal sertbe.Adirbêcan û Tirkîya, usa jî hêzên piştgirên wan dixwezin ku hal sertbe.Şuxulkarîya Îranê bona wê yekê bûye, ku mecalên opêrasîyonên leşkerî tunebin”,-Huseynî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button