H’emû nûçeSereke

Êkonomîka Ermenîstanê dikeve nava navnîşa wan deh welatên dinîyayê, êkonomîkayên kîjana lez pêşda diçin: îsal ewê bikeve nava pênc welatên ewlin:Kêrobyan

Heger byûcêya wezîreta êkonomîkayê sala 2020 î gihîştîye 28 mîlyard diramî, sala 2024 a ew hejmar wê bighîje 91 mîlyard diramî.Derheqa wê yekêda wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.

Wezîreta êkonomîkayê bi xebata xweye sê salên dawîda daye kifşê, wekî byûcêya kişfkirî her dem tê mîyaserkirinê.Ez li ser wê fikirême, ku ew învêstîsîyayên em dikine nava êkonomîkayê, wan encama dide, kîjana hûn dibînin.

Salên 2022-2023 a êkonomîka Ermenîstanê ketîye nava navnîşa wan deh welata, êkonmîkayên kîjana lez pêşda diçin. Bi fikira min îsal ewê bikeve nava pênc welatên ewlin.Ew yek dide kifşê, wekî sîyaseta Ermenstanêye êkonomîkî meriv  dikare çawa ya açix hesabke”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button