Heger Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv axa xwe naparêze, usa dertê, ku ew naxebite: serokê parlamênta Ermenîstanê
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li ser wê tabîyêye wekî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv naxebite, çimkî ew axa xwe, nava vî halîda axa Ermenîstana serbixwe naparêze.
Li grorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Sîmonyan derheqa wê yekêda li parlamêntê gotîye rojnamevana.
Bi axaftina derheqa wê yekêda ku diqewime Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ji Ermenîstanê derkeve, yan na, Sîmonyan gotîye: “Femdarîye ewê nexwezin derkevin. Ew bi gavên xwe derheqa derketina xweda didine kifşê.
Bi dayîna bersiva wê pirsê, ku piştî seredana sêkrêtarê oragnîzeyê diqewime tiştek bê guhartinê: “Ew tabî hetanî wî çaxî wê neyê guhartinê, hetanî ku Orgnanîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv elam neke ku hêzên azêrîya nava axa Ermenîstana serbixwedanin, nava zona Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda û hetanî ku ew elam nekin, ku ew hêz ji axa Ermenîstanê derkevin”.