H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê wê bicêribiîne pirojeyên êkonomîkîye nû li Ermenîstanê pêk bîne:Tomas dê Vaal

Cara ewline welatekî Qafqasîya Başûr, Gurcistan dikare bibe endama Yekîtîya Avropayê. Derheqa wê yekêda lêkolînerê fonda Karnêgîyê, pêşezanê dew û doza Qerebaxê Tomas dê Vaal gotîye.

Bi gotina wî, ev yek gaveke gelekî girînge.

“Ji alîkîva ev prose pêvajoyeke wededirêje. Mesele, welatên Balqanên Rojavayê 15 salin ku hîvîya endamtîya nava Yektîya Avropayêdanin”. Ew difikire, wekî pêşkeftina Ermenîîstanêye bi dirêjaya vêktora Rojavayê, ya ku ji alîyê desthilatdarîya Ermenîstanêda hatîye hilbijartinê, gelekî pêşkeftina Gurcistanêva girêdayîye.

“Ez difikirim,wekî wê bê cêribandinê, ku pêwandîyên ermenîya-gurca bidine aktîvkirinê.Yekîtîya Avropayê wê bicêribîne li Ermenîstanê projeyên êkonomîkîye nû pêk bîne.Ev jî pirseke wededirêje.Yekîtîya Avropayê hêdî dişuxule, lê lîstikçîyên mayîn zêdetir lez dişuxulin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button