Ermenîstan Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ne ku çawa sîstêma gêopolîtîkî, lê çawa ya êkonomîkî dibîne: Paşînyan

Ermenîstan Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ne ku çawa sîstêma gêopolîtîkî, lê çawa ya êkonomîkî dibîne. Derheqa wê yekêda li Sankt Pêtêrbûrgê,wextê civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
Bi gotina wî sala 2024 a da Ermenîstan serokatîya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî hildide ser xwe, dema ku dehsalîya organîzeyê demam dibe û prînsîpa wêye hîmlî ya êkonomîkîye.Bi gotina, wî Ermenîstan dicedîne hemû cêribandinên sîyasîzasîyakirina întêgrasîya Avrasîyayî bide sekinandinê.
Bi gotina Paşînyan, prînsîpên organîzeyêye êkonomîkî gerekê gavên sîyasîva girêdayî nîbin.
Alîyê ermenî wê yekê girîng hesab dike, ku hetanî sala 2030 î û paşê hetanî sala 2045 a îmzekirina dêklarasîya derheqa pêşkeftina pêvajoyên êkonomîkîda bê îmzekirinê, nava kîjanêda alîyên pêşkeftina organîzeyêne.







