H’emû nûçeSereke

Nava qewilên koronavîrûsê, şêr û pirsgirêkên mayînda werguhastinên mezin hatine mîyaserkirinê: serokwezîr

Nava salên derbazbûyîda, nava qewilên nexweşîya koronavîrûsê, şêr û pirsgirêkên mayînda hukumata Ermenîstanê werguhastinên mezin mîyaser kirine, kîjan alî zêdaya êkonomîkî kirine.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê weşana zindî bersiva welatîkî daye, ku ewê çawa şuxulkarîya hukumatêye salên 2021-2026 a qîmetke.

Serokwezîr pêşda  gotîye ku hukumat bi normên çi cûreyî dixebite.

“Hûn rast dibêjin ku bernama şuxulkarîya hukumatê heye û ez bernama şuxulkarîya sê meha hildidim çawa mesele û wextê qîmetkirina xebata wezîra lê dinihêrim ku kîjan bername hatîye mîyaserrkirinê û kîjan na. Îsal emê qîmetkirina şuxulkarîya derbazbûyî destpêkin, armanca kîjanêye hîmlî berî her tiştî qîmetkirina xebatêye. Ew yek dide femkirinê ku çi hatîye kirinê û ez paşê bawar dikim, wekî gotûbêjkirinên li wezîretê mecalê didine min ku ez pêvajoya ji hundurva fem bikim û ya duem jî ewe, wekî ew yek karê dide xebatên êtapên mayîn”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina Paşînyan, piştî cêrge tevlîhevbûnên kişf dîyar bûye, wekî hema cêrge werguhastin nava wan  salada hatine mîyaserkirinê.

“Min xebata wezîret û hevkarên me bilind qîmet kirîye. Ez zendegirtî mam, dema ku min dît wekî sala 2020 î, nava qewilên nexweşîya koronavîrûsê û şêrda, usa jî nava qewilên tevlîhevbûnên sîyasîye nava dewletêda gelek  werguhastin hatine mîyaserkirinê.Ez dixwezim elamî hemû wezîreta, xebatkarên hemû sîstêma bikim. Ev yek dide kifşê,wekî femdarîya girêdayî dewletêva li cem wan merivî qewate û tê kifşê,wekî hinek înstîtût û mêxanîzm îdî destpê kirine bixebitin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button