H’emû nûçeSereke

Navê Ermenîstanê cara ewlin nava dokûmênta bi sê zimana ya Daryûsê Mezin hatîye  dîyarkirinê

Ermenîstan û Îran bi hevra tradîsîya û kûltûra bi koka kûr pareve dikin.Meseleke wêye here baş cejina avêye ya bi farizî çawa Tîgran eyane, lê ermenîda bi navê Vardavar. Ji wedên kevinar girtî ew tradîsîya alî qewînkirina dostîya herdu cimeta dikin. Derheqa wê yekêda wextê forûma sîvîlîzasîyayên kevinar, ya li Têhranê, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahê Gêvorgyan gotîye.

“Em bîr tînin wekî nava dîroka cimetên kevinarda, yên li herêmê rola Îranê çiqasî mezin bûye. 2500 sal pêşda, bi emirê Daryûsê Mezin ev yek bi sê zimana hatîye dîyarkirinê, kîjan şedetîya dîroka cimeta Îranêye kevinare.Ew usa jî pira ziman û dîrokîye, ya ku îzinê dide nasîya xwe bidine çanda herêmêye pircûre.Tiştekî taybete,wekî navê Ermenîstan hema vê dokûmênta dîrokîda hatîye bîranînê.Bi zimanê babêlonî ew çawa Ûrartû hatîye bîranînê, bi kîjanê xet û tradîsîya Ûrartûyê û Ermenîstanê daye dîyarkirinê”,-Vahê Gêvorgyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button