H’emû nûçeSereke
Qayîlnivîsara girîng, ya derheqa “Korîdora navîn” da wê destpêka sala 2024 a bê îmzekirinê

Qayîlnivîsara girîng, ya derheqa “Korîdora navîn” da wê destpêka sala 2024 a bê îmzekirinê. Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Gurcistanê,wezîrê êkonomîkayê Lêvan Davîtaşvîlî wextê weşana kanala Gurcistanêye ewlin gotîye.
Ev korîdor ya transportêye, ya ku nava Çînistanê, Qazaxstanê, behra Kaspîyê, Adirbêcanê, Gurcistanêra derbazî Tirkîyayê û welatên Avropayê dibe.
“Hevtîya derbazbûyî li cem me dêlêgasîya hatibû, tevî kîjanê em dora projeya qayîlnivîsarê bi hevra xebitîne.Em têra dibînin wê yekê destpêka sala tê îmzekin”,-Davîtaşvîlî gotîye.
Bi gotina wî, qayîlnivîsarê rola welataye konkrêt wê bide dîyarkirinê.Wezîr bîr anîye, wekî nava pirsa mîyaserkirina projeya korîdorê gelekî hewaskare.







