H’emû nûçeSereke

Pêşezan:havînê koma hakêra, ya cesûsîya Rûsîyayê, êrîşî ser sîstêmên Ermenîstanêye dewletê kirîye

Koma hakêra, ya bi navê Fancy Bear ê,  ya ku ya cesûsîya Rûsîyayêye, îsal havînê êrîş birîye ser sîstêmên Ermenîstanê, Ûkraînayê û Tacîkstanêye dewletê. Derheqa wê yekêda pêşezanê ewlehkarîya înformasîyon Samvêl Martîrosyan gotîye rojnamevana.

Ewî serda zêde kirîye, wekî ew koma hakêra nava deh salada  çend cara êrîş birîye ser Ermenîstanê, nava wêda usa jî ser sîstêmên dewletê.

Em derheqa wê yekêda ji raportên organîzeya navneteweyî pê hesîyane”,-Martîrosyan gotîye.

Ewî usa jî gotîye,wekî  hetanî êrîşên Adirbêcanêye ser Arsaxê, êrîşên ser sîstêmên Ermenîstanê  û Arsaxê îdî hebûne û usa  jî açix nîbûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button