H’emû nûçeSereke

Serokwezîr beşdarî civîna nefermî ya serokên welatên endamên Hevalbendîya Welatên Serbest bûye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Sankt Pêtêrbûrgê beşdarî civîna nefermî ya serokên welatên endamên Hevalbendîya Welatên Serbest bûye.

Çawa ku ji hukumeta Ermenîstanê  elamî “Armênprêss” ê kirine, destpêkê merasîma tomarkirina vîdyoya beşdarên civînê  derbaz bûye, piştra serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn  beşdar silav kirine.

Wextê rasthatinê pirsên hevkarîya li ser xaka Hevalbendîya Welatên Serbest hatine gotûbêjkirin.

Berîya wê, serokên Welatên Hevalbendîya Serbest seredana parka hunerî-mûzêya-rezervana dewletê ya “Pavlovsk” e, qesira Yêkatêrînîyê, komplêksa qesir û baxçeyên Pêtêrgofê qesidîne, wextê gerê  pêşangehên girîng yên dîrokîra bûne nas.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button