H’emû nûçeSereke
Îran piştgirîyê dide yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wê: wezîrê Îranêyî karên der
Me tevî birêz Ararat Mîrzoyan gotûbêjkirinên gelekî girîng kirine û hevdîtina meye tevî Paşînyanê serokwezîr jî ya gelekî girîng bû.Derheqa hevkarîyên di navbera Têhranê û Yêrêvanêda me gotûbêjkirin kirine.Derheqa wê yekêda wezîrê Îrarnêyî karên der Husêyn Emîr Ebdulheîan wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Me derheqa aşîtî û qewînbûna li Qafqasîya Başûr û usa jî rola Îranêye nava vê yekêda, çawa garanta qewînbûn û ewlehkarîya li herêmê xeberdaye.
Ez dixwezim bêjim,wekî Îran piştgirîyê dide yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wê.Pêwandîyên Îranêye tevî Ermenîstana cînar, yên dîrokîne, yên ku roj bi roj diha pêşda diçin, kûr dibin û dighîjine asta bilind”,- wezîr gotîye.







