H’emû nûçeSereke

Îran projeya “Xaçerêya aşîtîyê” silav dike: em dixwezin wekî ew yek bêyî beşdarbûna hêzên ji der bibe: Ebdulehîan

Îran projeya ji alîyê hukumata Ermenîstanêda pêşnîyarkirî, ya “Xaçerêya aşîtîyê” silav dike.Derheqa wê yekêda wezîrê Îranêyî karên der wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

“Îran piştgirîyê dide îzbatbûna aşîtîya qewîn, ya li Qafqasîya Başûr û xebitandina rîya tranzît, ya bakûr-başûr.Îran usa jî projeya ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanêda pêşdakişandî silav dike, ya ku çawa “Xaçerêya aşîtîyê” hatîye navkirinê. Em amadene bona pêşkeftina rîya tranzît, ya bakûr-başûr piştgirîyê bidin”,-wezîrê Îranêyî karên der gotîye.

Wezîrê îranî serda zêde kirîye wekî Îran  dixweze ew aşîtî û ewlehkarî bêyî beşdarbûna hêzên ji der bê çareserkirinê.

“Tenê bi saya welatên herêmê wê bikaribin wê aşîtîyê û ewlehkarîyê bidine çareserkirinê”,- wezîrê Îranêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button