H’emû nûçeSereke

Ji gotûbêjkirinên îroyîn me bi temamî fem kir wekî Ermenîstan bona gihîştina aşîtîya qewîn li ser armanca qewîne: Ebdulehîan

Ji gotûbêjkirinên tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der  me bi temamî fem kir wekî Ermenîstan bona gihîştina aşîtîya qewîn li ser armanca qewîne. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransê, wezîrê Îranêyî karên der Husêyn Emîr Ebdulehîan gotîye.

“Rojekê pêşda min tevî wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov bi têlefonê qise kirîye.Min texmîn kir wekî ew jî bona gihîştina aşîtîya qewîn, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda silav dikin.

Tevî birêz Lavrov jî min hevtîya derbazbûyî du cara bi têlefonê qise kirîye.Ez usa difikirîm û niha jî usa difikirim,wekî bona gihîştina aşîtîya qewîn dikarin nava mehên sala nûye ewlinda pevketina dest bînin”,- wezîrê Îranêyî karên der gotîye û daye dîyarkirinê,wekî li herêmê, bêyî beşdarbûnên ji der, dikarin bi saya Îranê, Rûsîyayê û Tirkîyayê bi formata 3+3 bighîjine îzbatbûna aşîtîya bi navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button