H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenstanêyî karên der nava mecalên bona aşîtîya tevî Adirbêcanê pencerê dibîne

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan nava mecalên bona aşîtîya tevî Adirbêcanê pencerê dibîne. Derheqa wê yekêda wezîr wextê prêss-konfêransê gotîye.Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî Yêrêvanê gelek cara tabîya xweye nava hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê daye dîyarkirinê, armanca kîjana ewe ku aşîtî îzbatbe.

“Me gelek cara derheqa aminaya xweda, ya hindava pêvajoyê û ya bona îzbatbûna aşîtîya qewîn elam kirîye”,-Mîrzoyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî hevraxeberdan bi çend êtapava pêk tên û niha xebat  li ser projeya qayîlnivîsara bona aşîtîyê tên kirinê.

“Çend roj pêşda me ji Adirbêcanê pêşnîyarên bi sirê stendin.Emê lêkolîn bikin û bersiva wan bidin”,-Mîrzoyan gotîye.

Bi gotina wî, gelek dibêjin,wekî mecala rast ya serhevdaanîna pêvajoyê heye. “Ez gerekê vê yekêra qayîlbim.Mecala aşîtîyê heye, nenihêrî wê yekê wekî dijwarîyên binelîyên Qerebaxêye ermenî û derxistina wan ji Qerebaxê hene.Em vê mecalê dibînin  ku hukumat sirîya xweda hemû tiştî dike ku pêvajoyê bighîne dawîyê.

Mixabin, tu welatek wê yekê nikare yekalî  bike.Tabîya Adirbêcanêye çêkirinê pêwîste.Mecal heye, lê ew yek tenê Ermenîstanêva girêdayî nîne û em hêvîdarin wekî Adirbêcanê çêkirinê bide kifşê”,- Mîrzoyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî ji Bekûyê him nîşanên baş û usa yên xirab tên kifşê.

Mîrzoyan usa jî bi hêvîdarî gotîye,wekî Adirbêcanê nêzîkbûna çêkirinê bide kifşê û peymana aşîtîyê wê bê îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button