H’emû nûçeSereke

Armanca hukumata Ermenîstanê ya stratêcî ewe ku profîla welatîyê Ermenîstanê, ya dîcîtal bê sazkirinê

Armanca hukumata Ermenîstanê ya stratêcî ewe ku profîla welatîyê Ermenîstanê, ya dîcîtal bê sazkirinê û nava wê pirsêda pasporta bîyomêtrîk girînge.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

“Niha pirsa meye stratêcî ewe, dema ku meriv li ser dika dîcîtal xwe raberî organên dewletê dike û wî cûreyî mecal çê dibe wî bi hûrgilî naskin. Bona wê yekê pasporta bîyomêtrîk bi kemala xweva ber çevaye.

Eva gava ewline û em gerekê mêxanîzmeke usa sazkin, ku nava qada dîcîtalda wî merivî naskin.Heger yev yek li hev bê, wî çaxî bi xebitandina pasportê, mecalê hebe wê yekê mîyaserkin, dema ku ew meriv li malêye, yan jî li ber kompyûtêrêye”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button