Moskva dicedîne ku dew û doza ermenîya-azêrîya bê qerimandinê: sîyasîzan

Bona çi Moskva tevî Yêrêvanê bi eşaretîya diaxive? Vê carê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov bona kûrnekirina pêwandîyên tevî NATO ê gotîye. Gilî derheqa wê yekêdane wekî wekîlê NATO ê yî derecebilind derheqa elametîya Ermenîstanêda xeberdaye, ya derheqa guhartina tabîya Ermenîstanêda û ew yek ji alîyê Rûsîyayêda bi dilêşî hatîye qebûlkirinê. Pêşezan dibêjin wekî Moskva dicedîne dew û dozê bide qerimandinê.Derheqa wê yekêda Davît Karapêtyanê sîyasîzan gotîye û wî cûreyî gotinên wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov daye zelalkirinê.Dîplomatê rûs elam kirîye,wekî Yêrêvan fem dike ku kûrkirina pêwandîyên tevî NATO ê wê serbixwetîya Ermenîstanê bide undakirinê.
Lê pirs pêşda tê ku gelo Adirbêcan û Ermenîstan bona aşîtîyê amadene? Pêşezan bîr tîne wekî piranîya xalên peymana aşîtîyê bi hevra hatine qayîlkirinê, lê dokûmênt nayê morkirinê. Heger peyman bê îmzekirinê jî ewê diha zêde pirsa pêşda bîne, çimkî nava wêda pirsa dîyarkirina sînora tune û ew yek nava pêwandîyên ermenîya-azêrîyada pirsa girînge.
Davît Karapêtyan axaftinên derheqa baregeha Rûsîyayêye li Ermenîstanê çawa tiştekî bi qezîya hesab dike. Derheqa wê yekêda usa jî wezîrê Rûsîyaêyî karên der Sêrgêy Lavrov gotîye.Bi axaftina derheqa wê pirsêda Karapêtyan gotîye,wekî gerekê fem bikin ku dewsa baregeha rûsî kîjan welat dikare rola garanta ewlehkarîya Ermenîstanê hilde ser xwe.
“Ez welatekî usa nabînim, ku borcdarîya wî cûreyî hilde ser xwe”,-pêşezan gotîye.







