H’emû nûçeSereke

Avrora  li gorî MovieWeb ve  nav 16 fîlmên anîmasyon yên sala 2023 a da yên  here baş cîh digire

Fîlma anîmasyon ya Înna Sahakyana bi navê “Berbanga Avrora” ê li gorî MovieWeb ê rêza 16 fîlmên anîmasyon yên herî baş yên sala 2023 a da cîh girt.

“Anîmasyon li hember çêkirina fîlima dirêj xwedî avantajek girîng e ku ew dikare ramanên razber bi rengekî ku hem dîtbarî û hem jî fezayî dide der. Her çend li Rojava stêrêotîpek li der û dora anîmasyonê heye, hin kes wê bi şahîkirina zarokan re didin berhev, carinan em fîlmên ku asta gihîştî û kûrahîya hestyarî nîşan didin ku hûn li deverek din nikaribin bibînin.

Mînaka vê ya herî baş jî belgefîlma anîmasyonî ya li ser jîyana Avrora Mardîganyane. Jîyana Avroraye ya ku ji qirkirina Ermenîyan rizgar bû, di nav hevokek bêhempa ya çalakîyek zindî, dîmen û anîmasyonek berbiçav de ku rêwîtîya wê ya ji Anatolîya Rojhilatê berbi kolanên Holîvûdê vedibêje.

Ev çîroka melankolîk ji alîyê Înna Sahakyan ve hatîye çêkirin, û Avrora Mardîganyan di çend klîpên fîlma “Mezadê giyanan” ya sala 1919 de xuya bû.

Beşên anîmasyon yên “Berbanga Avrora” ê rêwîtîya Avrorayê nîşan dide. Bi karanîna sîmbolîzma ermenî, her weha bi beşên hevpeyvînan û malzemeyên arşîvî, em bi berfirehî li ser jîyana Avrora ya di nav qirkirina Ermenîyan de têdigihin. Ji bo kesên ku encamên qirkirina Ermenîyan bi tevahî fêm nakin, fîlm vê bûyera trajîk bi pêrspêktîvek bêhempa û agahdar dike. Gotara “MovieWeb dibêje “Berbanga Avrora” ê li ser kanala PBS TV tê weşandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button