H’emû nûçeSereke
Transavia wê ji sala 2024 da dest bi seferên raste-rast di navbera Lyon û Yêrêvanê bike

Balafirgeha byûcêya holandî Transavia sala 2024 a seferên raste-rast di navbera Lyon û Yêrêvanê dest pê dike. Ev agahî ji alîyê çapemenîyê ya balafirgeha navneteweyî ya Lyon-Sênt-Êkzyûpêrê hatîye ragihandin.
Firînên balafiran wê ji 12 ê nîsanê, hefteyê carekê, rojên şemîyê dest bi seferan bike. Bilêtên wê 205 yuro dest pê dibin.
Bidine kifşê ku Transavia ji Parîzê û Marsêlê jî seferên berbi Yêrêvanê va dimeşîne.







