H’emû nûçeSereke
Welatên ku behsa avakirina korîdoreke derveyî Ermenîstanê dikin, amade ne ku heman tiştî li ser axa xwe bikin? :balyozê Îranê

Tabîya me neguhêrîye, em li dijî guhertinên sînorî û gêopolîtîkî yên herêmêne, guhertina sînoran ji bo me xeteke sore, li ser asta desthilatên Îranê hat ragihandin û tu kes nikare jê paşde bisekine. Derheqa wê yekêda balyozê Komara Îranêye Îslamîye li Ermenistanê Mêhdî Sobhanî wextê hevpeyvîna li têlêvîzyona civakî elam kirîye.
Balyoz bal kişand ser wê yekê ku tu wateya çêkirina korîdoreke derveyî axa welatekî din nîne û rêyên ragihandinê yên her welatekî di destê dewletê de ye ku serwerîya xwe li wê axada bi kar tîne.
“Ez usa difikirim ku li ser mijara korîdora derve ya li ser axa Ermenîstanê tu eleqeya xwe bi hiqûqa navneteweyî, yekparebûna axa welatan û serwerîya neteweyî re nîne.







