Wezîrê Îranêyî karên der îdîayên ku dibêjin stansîya Mêsamorêye atomî çemê Araksê qirêj dike înkar kir

Wezîrê Îranêyî karên der Huseyn Emîr Ebdulahîan îdîayên ku dibêjin stansîya Ermenîstanêye Mêsamorê dibe ku sînorê çemê Araksê bi madeyên radyoaktîf qirêj bike, înkar kir, Tasnim dinivîse.
Wezîrê Îrpanêyî karên der roja yekşemê li Têhranê beşdarî civîna komîtêya ewlehîya neteweyî û sîyaseta der ya Meclîsa Îranê bû.
Emîr Ebdulahîan bersiva pirseke endamekî parlamêntoyê da ku nûnerê herdu navçeyên sînor yên parêzgeha Erdebîlê ye li bakûrê rojavayê parêzgeha Erdebîlê, nîgeranîyên li ser gemarîya radyoaktîv ya çemê Araksê înkar kir.
Rapora têknîkî û karên pişkinînê yên rêxistina ênerjîya atomê ya Îranê îhtîmala qirêjbûna çemê Araksê di encama xebata stansîya atomî ya Mêsamorê li Ermenîstanê elam kir.
Berî niha mêdyaya Adirbêcanê ragîhandibû ku stansîya atomî ya Mêsamorê her roj 12-16 çargoşe mêtir bermahîyên radîyoaktîv dirijîne çemê Araksê.







