H’emû nûçeSereke

Bîyanîbûna nasnameya ermenî ya dîrokî ya bajarê  Qerebaxêyî Hadrûtê û efirandina “nasnameya azêrî” ya nû

Piştî dagîrkirina bajarê Qerebaxêyî Hadrûtê,  destpêka sala 2021 ê, hukumeta Adirbêcanê fermanek wergirt ku planeke nû ya bajarê Hedrûtê, planek ji bo “ji nû vejandina” beşa dîrokî ya bajêr, yan jî çiye, heman, ji bo berovajîkirina wê, malpera monumentwatch.org, ku çavdêrîya mîrata çandî ya Qerebaxê dike, dinivîse, ku behsa sala 2023 a dike.

“Dikeve nava vê bernamê nûkirina dêra Harûtyûnê Pîroz” . Li gor tabelaya ku hukumeta Adirbêcanê hatîye danîn, berîya nûkirinê, tê plankirin ku li der-dora dêrê kolandin bê kirin, paşê bê rîstorekirin û mûzexaneyek ku nûnertîya çanda Axvanka Qafqasîyayê dike, bê avakirin.

“Vegerandina” li ser beşa dîrokî ya Hedrûdê, divê em bidin zanîn ku heman alîyê Adirbêcanê di dema şerên ji bo bajêr  cotmeha  sala 2020 î û bi taybetî piştî dagirkirina bajêr, agir berda navenda dîrokî ya bajêr , bi xanîyên sedsala 19 a, ku di wêneyên ku ji hêla leşkerê Adirbaycanê ve hatine kişandin de û di vîdyoyan de ku beşa dîrokî cixare û wêrankirî nîşan dide, bi zelalî xuya dike.

Piştî dagirkirina bajêr, heman alîyê Adirbêcanê avahîya mûzeya welatparêzîyê ya Artûr Mkrtçyan ya li Hadrûdê ku hatibû teqandin û çarenûsa pêşangehên mûzeyê (pêşangehên ku dîroka bajêr tesmîl dikin) wek hedef bi kar anî, piştî dagirkirina bajêr hê jî nayê zanîn.

Piştî dagirkirina bajêr, alîyê Adirbêcanê avahîya pirtûkxaneya navendî ya bi navê Avêtîk Îsahakyan ya li Hedrûdê û avahîyên pêra bi temamî hilweşand.

Em dikarin bi dilgermî bêjin ku tavilê bi fermana Îlham Elîyêv ji bo bajarê Hedrûdê û tevahîya herêma Hedrûtê ku gelên xwecîh, ermenî lê tunene, nasname û dîrokeke nû tê efirandin. Yek ji gavên destpêkê yên qanûnî yên vê yekê jî li herêma Tog ya dîrokî ya herêma Hedrûdê, avakirina devereke bi navê rêzêrvan bû.

Di dirêjahîya dîroka xwe de, nifûsa Hedrûdê bi piranîya mûtleq ermenî û hawîrdoreke ermenî ya neteweyî-dînî bûye. Yek ji baştirîn nîşaneyên tiştên ku hatin gotin, kovarên ku di sedsala 19 da bi rêkûpêk li ser axa Împêratorîya Rûsyayê dihatin weşandin û pêkhateyên etnîkî û niştecihên împaratorîyê vedibêjin, ku cîwarbûn û herêma Hedrûdê wekî ermenî tê binavkirin.

Di avakirina vê nasname û dîroka nû de, em dikarin bibînin ku li bajarê Hedrûdê ku qet nifûsa wê misilman nebû, di sala 2021 ê da jî mizgeftek hat avakirin.

Tişta ku herî zêde xemgîn dike dêra Harûtyûnê Pîroze li Hedrûdê ye. Bi navê rêstorasyona dêra Harûtyûn û rastîya ku li der-dora wê kolandinê tê kirin. Alîyê Adirbêcanê zêdetir ji carekê ragîhandîye ku bi sedan nivîsên ermenî, xaç, xaçkarên dêrên  Qerebaxê sexte ne û ew dê abîdeyan li rûyê wan yê resen vegerînin, ku tê wateya wêrankirina nivîsar, xaçkar û xaçkaran. Em dibînin ku daxuyanîyên berê, bi taybetî jî piştî valakirina dawî ya ji xelkê  Qerebaxê di 19-20 ê îlona  sala 2023 a opêrasîyonên leşkerî, mixabin di pratîkê de cîh digirin. Bingeha vê sepana pratîkî dengê ku Adirbêcanê li dora keşîşxaneya Ganzasara çêkiribû bû.

Weke ku em dibînin, alîyê Adirbêcanê jî dixwaze mûzexaneyek ji bo çanda Agvanka Qafqasîyayê ava bike. Ev yek dikeve nav têorîya wan ya der barê desteserkirina çandî ya Qerebaxê de, ku li gorî wê mîrata ermenî ya Qerebaxê Agvanî ye. Ji ber vê têorîyê bû ku yekser piştî dagirkirina Hedrûtê, propagandayên bi navê albanî-ûdî, di bin banê wezîreta parastinê ya Adirbêcanê û serokatîya serekanîyê de, li dêrên Hedrûtê destbi serdan û ayînan kirin, Vank û Tog, di heman demê de daxuyanîyên propagandayê jî didin.

Her çalakîyek ku bi armanca têkbirina dîroka bajarê Hedrûdê, rastî û yekparebûna dêrên heyî yên li herêmê, ji alîyê qanûnên parastina mîrateyên navneteweyî ve hatîye qedexekirin.

Hewldana ku bajarê Hadrûdê wek azêrî nîşan bide, mafê çandê yê nêzîkî 48 niştecihên herêma Hadrûdê, ku zêdetirî 13 hezar kesin, binpê dike, ku ji ber koçberkirin û qedexekirina jîyana xwe ya çandî û efirîner, bi destê zorê ji wan hatine bêparkirin. Mafên girêdayî mîrateya çandî beşeke bingehîn ya mafê beşdarbûna jîyana çandî ye ku di danezana Gerdûnî ya mafên mirovan de hatîye pênasekirin, û her kes, bi serê xwe yan bi komî, xwedî maf e ku sûdê ji mîrateya çandî bigire û beşdarî dewlemendkirina wê bibe, û di heman demê de mecbûr e ku rêzê li mîrasa çandî ya kesên din jî bigire wekî ya xwe. Di vê çarçoveyê de dîyar e ku Adirbêcan bi wêrankirin û desteserkirina mîrasa çandî ya hemû civakekê, ji mafê jîyan û efirandinê li gorî nasnameya xwe bêpar dihêle, niha jî dixwaze vê kiryara desteserkirinê li ser asta neteweyî û navneteweyî sererast bike, binpê bike, mafên bingehîn yên çandî yên civaka ermenî, ku di danezana gerdûnî ya mafên mirovan de jî bi xala 27 a.

Bîyanîbûna nasnameya ermenî ya bajarê dîrokî Hedrûdê, ku di heman demê de navendeke girîng ya çanda ermenîyan bû, bi eşkereyî prînsîbên bingehîn yên dîrokî, resenî û yekparebûna bajêr ku ji belgeya Nara ya li ser rastîya çandê derdixe, binpê dike. Mîrateya ku di 1994 a de li Yaponyayê hatîye pejirandin, û her weha ji hêla ICOMOS-ê ve di 2017 a da ji belgeyek ku li Nyû Dêlîyê hatîye pejirandin. Di belgeya Nara ya li ser parastina prînsîbên heqîqetê de tê gotin ku di rewşa ku nirxên çandî di pevçûnan de derkevin holê, naskirina rewabûna nirxên çandî pêwîst e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button