Em çavdêrîya rewşa ewlekarîya Ermenîstanê didomînin: balyozê Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragos peyamek şandîye /vîdêo/
Balyozê Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragos berî sersalê peyamek şandye:
“Berîya sersala nû, ji Ermenîstanê û gelê ermenî yên geş re pîrozbahîyên xwe dişînim.
Em salek din ya tijî zehmetî di paşerojê de dihêlin.
Sala derbazbûyî tijî hewlên ji bo pêkanîna aştîyê li herêmê bû, di heman demê de, bi têgihîştineke zelal ku hîn rêyeke dûr û dirêj li pêşîya me heye ji bo pêkanîna wêye.
Sala borî da, me bi hevkarên xwe re ji bo dabînkirina geşepêdana aborî û ewlehîyê, û hem jî ji bo piştgirîkirina Komara Ermenîstanê ji bo dabînkirina dêmokrasî, rêform û bextewarîyê di şert û mercên dijwar de, berdewam kir.
Îsal em bûn şedê damezirandina mîsyona Yekîtîya Avropayêye li Ermenistanê.
Mîsîyona sivîl ya ku di çarçoveya polîtîkaya ewlekarî û parastinê ya hevbeş ya Yekîtiya Avropayê de hatîye avakirin, li alîyê Ermenîstanê yê sînorê Ermenistan-Adirbêcanê ye û çavdêrîya rewşa ewlehîyê didomîne û di heman demê de beşdarî ewlehîya gel û avakirina bawerîyê di nav de ye
Yekîtîya Avropî alîkarîya mirovî ya pêwîst ji bo derbazkirina encamên şer û awarebûnê raber kir.
Me bersiv da pêdivîyên lezgîn yên ermenîyên ku piştî 19 ê îlonê ji Qerebaxê revîyan û em di vî warî de xebatên xwe didomînin.
Yekîtîya Avropayê û welatên endam ji bo bersivdana hewcedarîyên wan, zêdetirî 50 mîlyon yûro alîkarî şandin.
Ez dixwazim silavê bidim xebata ku ji hêla rayedarên Ermenîstanê ve ji bo piştgirî û întêgrasîyona mirovên ji cîh û warkirê wan derxistî.
Em li herêma Syûnîkê jî ji bo xurtkirina berxwedanê û naskirina potênsîyala heyî bi veberhênana di warê perwerdê, geşepêdana aborî û binesazîyê de dixebitin.
Ji ber ku bi ruhê înîsîyatîva “Tîma Avropayê” ve girêdayî ye, li herêmê ji hêla Yekîtîya Avropayê û welatên endam û hevkarên Yekîtîya Avropayê ve veberhênanên bi bihayê zêdetirî 110 mîlyon yûroyî têne kirin.
Komara Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê bi pergalek nirxê sîyasî ya hevpar û pabendbûna bi nîzamek navneteweyî ya li ser bingeha rêgezan ve girêdayî ne. Niha em îmkanên kûrkirin û xurtkirina peywendîyên xwe yên heyî di hemû alîyan de dikolin.
Di çarçoveya peymana hevkarîya berfireh em ê hevkarîya heyî ya di warê ewlehîyê de bi awayekî girîng derxînin asteke nû, em ê di warê aborî de xebatên xwe yên hevpar qewîn bikin, îmkanên nû raberî welatîyên Ermenîstanê û hevaltîyên Ermenîstanê bikin.
Li gorî plansazîya aborî û veberhênanê, bi armanca xurtkirina pêwendî û hevrikîyê, em ê di warê binesazîyê, sermaya mirovî, veguheztina kesk û dîjîtal de jî kelecanek nû bidin veberhênanan.
Ji bo vê mebestê me berê platforma koordînasyona veberhênanê ya di navbera Yekîtîya Avropayê û Komara Ermenistanê de daye destpêkirin.
Gelê ermenî yê hêja,
Yekîtîya Avropayê mil bi mil bi we re radiweste.
Em her roj hevgirtina hemwelatîyên Yekîtîya Avropayê bi Komara Ermenîstanê û gelê ermenî re nîşan didin.
Em piştgirîyê didin rêform û veberhênanan.
Em piştgirîyê didin xuyankirina potênsîyala efirîner û jêhatîya gelê ermenî.
Bila ev sersala me hemûyan baştir bike û hêzê bide me, îradeya me ji bo avakirina paşerojeke baştir li herêmeke aram û geş xurtir bike.







