Ermenîstan bi çend welatan re danûstandinan dike ji bo organîzekirina hilberîna hevbeş ya otomobîlên êlêktrîkê
Ji 1ê çileya sala 2024 a hukumetê birîyar kir ku li gorî wê kotaya tarîfê ya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî yê ji bo îthalata wesayîtên êlêktrîkê tê dabeşkirin, ku li gor vê biryarê mafê kes û hiqûqî yên li Ermenîstanê heye ku wesayîtên bi motora elektrîkê îthal bikin.
Salên 2022-2023 da, îmtîyazên ku li jor hatine gotin dê ji bo îthalata wesayîtên bi motora êlêktrîkê jî derbas bibin. Ji ber ku encam razmkirî bûn, biryar hat dayîn ku dema derbazbûna wan du salan bê dirêjkirin. Bi “Armênprêss” ê ra, serokê beşa bazirganî û êntêgrasyonê ya ezîreta Ermenîstanê, agahdar kir ku di sala 2022 a de, 3,485 wesayîtên bi motorên êlêktrîkê re, ku di sala 2021 ê de zêde bû.
“Ji 1ê kanûna sala 2023 a vir ve hejmara otomobîlên êlêktrîkê yên ku ji Ermenîstanê re hatine 4 909 e. Ev jî nîşan dide ku di vî warî de encameke me ya girîng heye. Yanî her sal hejmara van erebeyên ku li Ermenîstanê tên îthalkirin û bikaranîn her ku diçe zêde dibe”.
Nûnerê wezîretê amaje bi hinartina tirimbêlên bi motora êlêktirîkê jî kir û got, piraniya otomobîlan ji Yektîya Mîrtîyên Ereba bo Ermenîstanê, piştre ji Amêrîkayê, Çînistanê û hejmarek jî ji Îran û Gurcistanê tên hinartin.
“Me polîtîkaya ku di pêşerojê de hem di nav dezgehên rêveberiya dewletê de hem jî di rewşa karanîna taybet de karanîna otomobîlên êlêktrîkê bi girîngî zêde bike, pejirand. Her wiha em li ser organîzekirina berhemên hevpar yên bi markayên navdar yên li Ermenîstanê re difikirin. Di wê çarçoveyê de em niha di qonaxa danûstandinê de li gel hinek welatan in”,- Êmma Movsîsyanê got.
Wezîret plan dike ku di warê binesazîyê de têdbîrên berfirehtir bikar bîne. Bi taybetî pêkhateyên ku dê bacên gumrikê bên rakirin û xebatên aborî yên di sektora dîyarkirî de, bikaranîna wesayîtên bi motor yên êlêktrîkê dê bên teşwîqkirin.