Ermenîstan hêvî dike ku hevkarîya bi serokatîya Bêlçîkayê ya li konsêya Yekîtîya Avropayêda kûr bike: Mîrzoyan
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan xebatên Îspanîyayê ku serokatîya xwe ya li konsêya Yekîtîya Avropayê de bi dawî anîye bilind nirxand û pêşwazî li serokatîya Bêlçîkayê ya sala 2024 a kir.
Li gorî Armênprêss” ê, Mîrzoyan bi taybetî mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye: “Ji bo çalakîyên ku di demên pir dijwar de têne kirin, Xosê Manûêl Albarêsî ku serokatîya xwe ya konsêya Yektîya Avropayê diqedîne pîroz dikim”.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der bi qîmet nirxand ku serokatîya Îspanyayê li konsêya Yekîtîya Avropayê de rojeva hevpar bi mebesta xurtkirina hevkarîya Yekîtîya Avropayê bi Ermenîstanê re li ser esasê nêrîneke hevpar pêş xist.
“Bi dilgermî bi xêrhatina serokatîya Bêlçîkayê ya konsêya Yekîtiya Avropayê dikim, ji hevkarê xwe Heca Lehbîb re serkeftinê dixwazim. Ermenîstan hêvî dike ku di sala 2024 a de bi serokatîya Bêlçîkayê ya li konsêya Yektîya Avropayê de bi hev re bixebite da ku hevkarîya me ya bi Yektîya Avropayêra hîn kûrtir û xurt bike da ku daxwazên hemwelatîyên xwe bi bandor pêk bîne”.