H’emû nûçeSereke
Namzedê serokê Amerîkayê ku ji bo parastina Ermenîstane û Qerebaxê tevdigere, hejmara îmzeyên pêwîst berhev kir

Robêrt Kênêdî ragihand ku wî daxwaznameyek raber kirîye ku sala 2024 a li Yûtahê bibe namzedê serokatîyê, AP elam dike.
Ewî got ku wî hewcedarîya 1000 îmzeyan bi cih anî.
Robert Kênêdî payîza borî ji Partîya Dêmokrat veqetîya û namzetîya xwe ya serbixwe ji bo serokatîya Amêrîkayê ragîhandibû. Ew birazîyê serokê berê yê Amêrîkayê Con Kênêdî ye yê ku sala 1963 a hate kuştinê.
Robêrt Kênêdî pêştir got ku divê hukumeta Amêrîkayê piştgirîya herêmî ji bo mafê ermenîyan bo xweparastin û çarenivîsa xwe kom bike û parastina ewlekarîya vegera ermenîyên Qerebaxê bo welatê xwe yê dîrokî biparêze.
Wî teqez kir ku eger ew ji bo posta serokê Amêrîkayê bê hilbijartin, ew ê beşdarî vegerandina Komara Ermenîstanê û Qerebaxa Çîya bibe.







