H’emû nûçeSereke

Tibîlîsî di nav pênc cîhên pêşin yên pêşwazîkirina sersalê de cîh girt

Li gorî weşana bi prêstîj ya Forbes ê, Tibîlîsî di rêza pêncemîn de di navnîşa deh cîhên baþ yên pîrozkirina sersalê li  Avropayê de, berî Prahayê û girava Îbîsa ya Îspanîayê, cîh girt. “Armênpress” li ser vê yekê ji sêrvîsa gurcî ya ajansa Sputnikê agahdar dibe.

Dema ku li ser gotarê dixebitin, 11,963 rêwî ji 112 welatan hatine lêkolînkirin.

“Dikarin bêjin, kö Tibîlîsî ji bo pîrozkirina sersalê bi bihayên xwe vebijarka herî orîjînal e.Tibîlîsî ji Londonê û Parîzê pênc qat erzantire. Hûn dikarin li otêleke pênc steyrkê li Tibîlîsê bi heman bihayê ku li otêlek sê steyrkê li Bêrlînê rûdinin, bimînin”,- xödan dide kifþê.

Herwiha behsa ewlekarîya paytexta Gurcistanê jî hat kirin.

Di gotarê de hat gotin, “Tibîlîsî rêjeya sûcê gelekî kêm e, û ji bo tûrîstên Brîtanî û Amêrîkî jî hêsan e ku bên (vîze ne hewce ye).

Li gorî nivîskar, ev der ji bo hizkirîyên xwarin, şerab û ronahîya xemilandî ya sersalê jî minasib e.

Cihê yekem girava Madêyra ya Portûgalîyayê, ya duyemîn bajarê Marbêla ya Îspanyayê, ya sêyemîn London û ya çaremîn jî Lîsbon e. Di lîsteyê de Tibîlîsî di rêza şeşemîn û heftemîn de li dû Prahayê û Îbîsa tê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button