Em hêvîdarin wekî prînsîpên vekirina rîya wê ji alîyê Adirbêcanêda bêne îzbatkirinê: sêkrêtarê şewira ewlehkarîyê

Adirbêcanê qayîlîya xwe daye prînsîpên dora vekirina rîya, lê alîyê ermenî hêvîdare wekî Adirbêcanê jî qayîlîya xwe îzbat bike.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê, Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana.
Ewî bîr anîye,wekî Ermenîstan dîsa li ser wê tabîyêye wekî her sîstêmeke ku tê vekirinê, gerekê bin kontrola wî welatîdabe, nava kîjanîra ew derbaz dibe, û vekirina rîya gerekê li ser bingeha prînsîpên wekehevtîyê bê mîyaserkirinê.
“Evana prînsîpên hîmlîne, nava dorana kîjanada em amadene vekirina rîya teşkîlkin û wî alîda bixebitin.Ermenîstanê bona vekirina rêyên herêmî xebatê berdewam bike”,-Grîgoryan gotîye.
Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê wê yekê jî girîng hesab dike, wekî nava pirsa vekirina rîyada tabîyên Ermenîstanê û Îranê li hev digrin.
Bi gotina wî, nava dorana bernama “Xaçerêya aşîtîyê”, ya ku ji alîyê Nîkol Paşînyanda hatîye raberkirinê, bi xweykirina van prînsîpa mecalê hebe li herêmê bighîjine qewînbûnê û aşîtîyê.







