Nava navnîşa wezîreta welatên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda, ya karên der, ya derheqa azayên dînîda navê Adirbêcanê jî heye

Sêkrêtarê dewletê, yê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên elametî belav kirîye, kîjanêda tê gotinê:
“Piştgirîya bona azaya dînî, yan jî bawarîyêda wî çaxî qewimîye, dema ku sîyaseta amêrîkîye der ew yek kirîye armanca xwe, dema ku Kongrêsê qanûna navneteweyî, ya derheqa azaya dînîda daye xebatê. Nava vê doranêda min Bîrma, Çînistan, Kûba, Korêya Bakûr, Êrîtrêa, Îran, Nîkaragûa, Pakîstan, Rûsîya, Erebistana Saûdî, Tacîkstan û Tirkmênistan kirîye nava navnîşa wan welata, li kîderê xemgînî pêşda tê, li kîderê teribandinên azaya dînî tên kirinê.
Xêncî wê yekê, min Aljîr, Adirbêcan, Komara Afrîkayê, Adên Komorî û Vîêtnam kirine nava navnîşa mexsûs, li kîderê teribandinên azaya dînî bi berfireyî tên kirinê.
Hukumat gerekê terka vê yekê bidin, çimkî li wan dera êrîşa dibin li ser endamên olên biçûk û cîhên hebandinê, zordarî tên kirinê û meriva bi wedê dirêj digrin.
Bi saya kirinên qewîn em gerekê usa bikin, wekî rojekê em dinîyake usa bibînin, li kîderê hemû meriv wê bi qedir û wekehev bijîn”.







