Pêşnîyara derheqa paşdavekişandina leşkera, ya ji sînorê ermenîya-azêrîya wî cûreyî dimîne: wezîreta karên der

Pêşnîyara derheqa paşdavekişandina leşkera, ya ji sînorê ermenîya-azêrîya wî cûreyî dimîne.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
“Wextê hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, Ermenîstan her dem bi pêşnîyara derheqa paşdavekişandina leşkerada, ya ji sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pêşda hatîye û ew yek wî cûreyî dimîne”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
“Komara Ermenîstanê gelek cara daye dîyarkirinê,wekî paşdabirina leşkera, ya ji sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê li ber bingeha xerîtên ştaba sereke, ya Yekîtîya Sovyêtê gerekê bê kirinê”,- nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.
Wezîreta karên der şirove nekirîye ku dora kîjan xalên peymana aşîtîyê Ermenîstan û Adirbêcan hê negihîştine qayîlîyê.







