H’emû nûçeSereke

Li rex Yêrêvanê wê mehela hukumatî bê çêkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî edaletê Grîgor Mînasyan daye dîyarkiinê,wekî mehela hukumatî wê bê çêkirinê.

Bi gotina wî, cîguhastina îdarên hukumatê wê merkeza Yêrêvanê bide sivikkirinê, lê ew avayî jî wê bi meremê bîznêsê bêne xebitandinê.

“Fikira usa hebû,wekî avayên îdarên goveka edaletê wê li cîhekî bêne cîhwarkirinê.Paşê qirareke diha rast hatîye qebûlkirinê û ew piroseya ji alîyê cîgirê serokwezîr Tîgran Xaçatryanda tê serkarîkirinê.Ew proje werguhêzî ya diha mezin bûye, ya bona mehela hukumatê.Ne tenê wezîret û mehkeme, lê usa jî  hemû îdarên dewletê wê ji merkezê bêne derxistinê û cîguhastî li rex bajêr bikin.Him merkez wê sivikbe û him jî avayên mezin wê bidine bîznêsê.Cêribandina wê yekêye navneteweyî heye”,-ewî gotîye.

Bi gotina Mînasyan, îsal modêla mehela hukumatê wê amadebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button