H’emû nûçeSereke
Papê Romayê Fransîskos bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê kirîye ku bighîjine morkirina peymana aşîtîyê
Papê Romayê bang kirîye, ku bi rîya hevraxeberdana şerê li Ûkraînayê bidine sekinandinê.
“Mixabin piştî şerê du sala, yê li Ûkraînayê, nenihêrî ewqas kuştîya û wêrankirina, li hev nayê bi fikir û dilên xweda cîh bona aşîtîyê bibînin.
“Em nikarin îzinê bidin ku ev şer dirêjbe û zîyanê bide bi mîlyona meriva.Gerekê bi rîya hevraxeberdana, bi qedirgirtina mafê navneteweyî, vê trajêdîyê bidine sekinandinê”,- Papê Romayê gotîye û berbirî dîplomatên li Vatîkanê bûye.
Ewî usa jî girêdayî halê li Qafqasîya Başûr û pevçûyînên di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêva xemgînî elam kirîye û bangî alîya kirîye ku bighîjine morkirina peymana aşîtîyê.Fransîskos usa jî xweykirin û qedirgirtina mafên penaberên ji Qerebaxê derxistî girîng hesab kirîye.