H’emû nûçeSereke
Zêdaya êkonomîka Ermenîstanê, ya bona sala 2023 a wê bighîje 8,3-8,5 selefî: Kêrobyan
Li Ermenîstanê têra tê dîtinê, wekî bona sala derbazbûyî zêdaya êkonomîkî wê di navbera 8,3 û 8,5 selefîdabe.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan wextê prêss-konfêranêsê gotîye.
“Em têra dibînin wekî bona sala derbazbûyî zêdaya êkonomîkî wê di navbera 8,3 û 8,5 selefîdabe”,- Kêrobyan gotîye.
Têra tê dîtinê,wekî beşa karêye bona merivekî wê bona sala 2023 a bighîje 8280 dolarî.Wezîr bîr anîye,wekî sala 2017 a Ermenîstan nava navnîşa 196 welatada cîhê 122 a da bû, sala 2020 î cîhê 112 a da û niha tê têradîtinê,wekî ewê cîhê 86 a da be.