H’emû nûçeSereke

Tiştê rûsayî herî baş, yê ku wana kirîye ewe wekî derketina ermenîyaye ji Qerebaxê bi cûrê edil bûye:Tom di Vaal

Tiştê rûsayî herî baş, yê ku wana kirîye ewe, wekî derketina ermenîyaye ji Qerebaxê bi cûrê edil bûye.Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî radyoya “Aza” ê pêşezanê dew û doza Qerebaxê Tom di Vaal daye dîyarkirinê, dema ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye wextê rûs bi bêdengî derbazî alîyê Adirbêcanê bûn û hinekî alîyê Adirbêcanê dikirin ku Qerebax ji ermenîya bê valakirinê, mesele, dema ku azêrîya cara dawî êrîş birine ser Qerebaxê û binelîyên ermenî mecbûr kirin ku ew ji Qerebaxê derkevin.

“Tiştekî ber çevaye wekî gelek melûmetî tunene. Ev yek beşeke qisên  Elîyêv û Pûtînê seroke, yên ku îdî serê 20 salîye ku hev baş nas dikin. Bi fikira min me ew yek usa jî wextê girtina korîdora Laçînê gotûbêj kirîye. Gelo Rûsîya bi xwe îzin dida, ku ew yek biqewime, yan Rûsîya gelekî zeyîf bû?

Ez difikirim wekî ew yek qirara herdu alîya bû. Rûsîya gelekî zeyîfe û Adirbêcan ew yek dida xebatê.

Ez difikirim,wekî tiştê tek-tenê kîjan ji alîyê rûsada hatîye kirinê ewe, wekî derketina ermenîyaye ji Qerebaxê bi cûrê edil bûye.Bêguman, hene meriv wekî li ser rê hatine kuştinê, lê ji alîyê azêrîyada zordarî tunebûye. Wana usa kirîye ku derketina ermenîye ji Qerebaxê bi cûrê edilbe. Di navbera Bekûyê û Moskvayêda gelek pêwandî hene”,-Vaal gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button