Elîyêv dîsa ûltîmatûmê pêşda dikişîne û Ermenîstanê bi “Korîdora Zangêzûrê” şantaj dike
“Heger “Korîdora Zangêzûrê” neyê vekirinê, wî çaxî armanca me tune ku em sînorê xweyî tevî Ermenîstanê bidine vekirinê.Bi gilîkî mayîn, Ermenîstanê ji wê yekê diha gelekî zîyanêkeve, lê ne ku karê”,- serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv wextê hevpeyvîna tevî çapmenîya cîh gotîye.
“Azêrî gerekê ne kontrola sînor û ne jî ya gumrikêra derbazbin, dema ku ew ji Adirbêcanê diçine Adirbêcanê /Komara Nexçêvanê/. Rîya nava Mêxrîyêra heye û ew hêna Sovyêtê hebû: rîya hesinî dixebitî, rîya avtomaşîna dihat çêkirinê.Ev yek gerekê bê çareserkirinê. Heger Ermenîstan vê yekê neke, wî çaxî emê sînorê tevî Ermenîstanê venekin û ewê heta-hetayê nava dorgirtinêda bimînin”,-Elîyêv gotîye.
Bona navçîgarên navneteweyî gerekê zelalbe, wekî bi neheqîya kîjan alî qayîlnivîsara aşîtîyê hetanî niha tune, nenihêrî wê yekê,wekî li Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî hatine kirinê.Dewekarîyên Elîyêv didine kifşê,wekî armanca wî ne tenê Qerebax bû, lê ew usa jî Ermenîstane.