SerekeSîyasî

“Korîdora Zangêzûrê” bona Tirkîyayê û Adirbêcanê ne  ku projeya êkonomîkî, lê ya leşkerî-sîyasîye

Alîyê tirka-azêrîya careke mayîn gotûbêjkirinên dora têza qelp, ya “Korîdora Zangêzûrê” aktîv kirîye, nenihêrî wê yekê,wekî dawîya salê Bekûyê elam dikir wekî axa Ermenîstanê bona wê “hewaskar” nîne û rîya anegor wê nava axa Îranêra derbazbe û Têhranê jî qayîlîya xwe daye wê yekê.

“Rîya nava Ermenîstanêra borcdarîya Yêrêvanêye û ew gerekê bê mîyaserkirinê”,- şêwirmendê serokê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv elam kirîye. Tirkîya jî hêvîdare,wekî hetanî sala 2029 a projeya sazkirina “Korîdora Zangêzûrê” wê bê mîyaserkirinê.

Çi hatîye guhartinê û bona çi Adirbêcan careke mayîn derheqa wê yekêda dibêje? Pêşezanê pirsên Arsaxê û Qafqasîyayê, Karên Îgîtyan difikire,wekî Tirkîya û Adirbêcan dicêribînin Ermenîstanê biavêjine nava şaşîyê.

Bi fikira pêşezan, hetanî agrêsîya dijî Qerebaxê Bekûyê tevî welatên herêmêye  mayîn xeberdabû û hatibû ser qayîlîyê, ku têma derheqa rîya nava Îranêra bînin ber çeva. Bi fikira Îgîtyan dagirkirina Qerebaxê hema bahê wê têza qelp bû bona ku dora wêra derbazbin. “Feqet ew yek belgîkî nerm bû û li ber çevaye wekî wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” ne ku projeya êkonomîkîye, lê ya leşkerî-sîyasîye, ya ku gerekê gêopolîtîka li herêmê biguhêre, Karên Îgîtyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button