H’emû nûçeSereke
Elîyêv dewa korîdora tirkî ji Ermenîstanê dike: cîgirê serokê kovara “Le Figaro” ê

Elîyêv roja îroyîn hukum daye zêdekirinê û dewê ji Ermenîstanê dike ku Ermenîstan serbixwetîya xwe bike qurbanî û korîdora tirkî bide ku Adirbêdan Nexçêvanêva bê girêdanê.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê kovara fransî ya “Le Figaro” ê Jan Krîstof Byûson mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
“Ev bona wê yekêye ku berî hilbijartinên serokatîyê, yên li Adirbêcanê guhdarîya binelîya bikişîne ser xwe û usa jî mecale ku gefa her dem li ermenîya buxwe”,- rojnamevan nivîsîye.







