H’emû nûçeSereke

Parêzera mafên mêriv li cem êzdîyên ji Îraqê hatî û yên ku cîhên xwe li Ermenîstanê dîtine, qesidîye

Parêzera mafên mêriv Anahît Manasyan û li parlamêntê wekîlê olka êzdîyên Ermenîstanê, Rostem Bekoyan bi hevra li cem êzdîyên ji Îraqê hatî û yên ku cîhên xwe li Ermenîstanê dîtine, qesidîne.

Wekîlên beşên mîgrasîyon û yên ji wezîreta karên hundur, usa jî organîzeya xêrkirinêye civakî wextê hevdîtinê amade bûne.

Wextê hevdîtinê,  merivên ku li Ermenîstanê cîh dixwezin, pirsên mafên xweda raber kirine.

Parêzera mafên mêriv Anahît Manasyanê gotîye,wekî nava doranên mandata mafên mêrivda wê pirsên wan bêne lêkolînkirinê û heger pêwîstbe, wê gavên anegor bêne avîtinê. Ewê daye dîyarkirinê,wekî mafên mihacira û wekîlên netewên kêmjimar merkeza guhdarîya wêdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button