H’emû nûçeSereke

Sala 2023 a 84 000 avtomaşîne hatine Ermenîstanê û ew hejmar himberî sala 2022 a bi 83 selefîva zêdeye

Sala 2022 a nêzîkî 46 000 avtomaşîne anîne Ermenîstanê, lê sala 2023 a ew hejmar gihîştîye 84 000 î. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîtêya kara dewletê Karên Tamazyan gotîye rojnamevana.

“Girêdayî sanksîyayên dijî Rûsîyayêva, avtomaşîne ji welatên sêem nediçûne Rûsîyayê û gelek cara ev atomaşîne ji alîyê teşkîletên Ermenîstanêda dihatine Ermenîstanê û ji vir jî dibirine welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî”,- ewî gotîye.

Tamazyan serda zêde kirîye wekî tebaxa sala 2023 a, Rûsîyayê qanûn qebûl kir, bi kîjanê bahê ûtûlîzasîyayê zêde bû û tê kifşê,wekî tebaxa sala 2023 a hatina avtomaşînaye li Ermenîstanê kêm bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button