
Dêpartamênta ênêrgêtîkayê, ya otonomîya bakûr-rojhilatê Sûrîyayê elam kirîye wekî nava encamê derbgîhandinên artêşa tirkaye nava van sê rojên dawîda, du mîlyon meriv bêyî ênêrgîya êlêktrîkî mane.
Pêla êrîşaye dawî ji 12 ê meha çile destpê bûye. Derbên tirka gihîştine sîstêma sîvîl û avayê binelîyên cîh, rûê kîjanada zîyana mezin gihîştîye wandera.
Gorî înformasîyonên dêpartamênta ênêrgîya êlêktrîkî, stansîya li Dêrikê bi temamî zîyanê ketîye. Xêncî wê yekê hevt stansîyayên li Cizîrê û herêma Firat jî xebatên xwe dane sekinandinê. Li gorî melûmetîya, diron û balafirên tirka êrîş birine ser 56 nehîya. Nava du rojada şeş meriv birîndar bûne, nava wanda zarokên sê û çar salî û rojnamevanek, usa jî pênc leşkerên Sûrîyayê hatine kuştinê.







