H’emû nûçeSereke

Dereca pêwandîyên nû ya tevî Yekîtîya Dewletên Amêrîkayê wê qewînbûna nû bona welatê me bîne: Makûns

Yekîtîya Dewletên Amêrîkayê zelal daye dîyarkirinê,wekî ew piştgirîya yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wê dike û ew elametî bi dereca serokê welêt hatîye kirinê. Elametîya wî cûreyî berî her tiştî tabîya Amêrîkayêye û ew yek bona Ermenîstanê tenê elametî nîne.

Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî radyoya “Aza” ê, bayloza Ermenîstanêye li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Lîlît Makûnsê gotîye, dema ku ewê bersiva wê pirsê daye ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî çi cûreyî dikare bona xweykirina serbixwetîyê piştgirîyê bide Ermenîstanê.

“Gelek cara li cem me fikir usa çê dibe, wekî kardarîya elametîya dibek tuneye, lê elametî beşeke xebata dîplomatîne û gelek cara dibe faktora pêşîgirtinê. Gelek cara jî elametî tenê bes nînin. Em gerekê dereca pêwandîyên tevî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bilindkin, çimkî ez ser wê fikirême wekî  dereca pêwandîyên nû ya tevî Yekîtîya Dewletên Amêrîkayê wê qewînbûna nû bona welatê me bîne”,-ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button