SerekeSîyasî

Îranê di çarçoveya êrîşên li wî welatî de, baregeha “Mosadê” li Kurdistana Îraqê û hedefên li Sûrîyayê xistîye

Korpûsa welîyê şoreşa  Îranêye Îslamî bi mûşekên balîstîk êrîşî baregeha “Mosadê” ya li Kurdistana Îraqê kirîye. Di çarçoveya opêrasîyonên li dijî kom û şebekeyên dijî têrorê yên li herêmê de pêk hat. Ev yek ji alîyê “Armenprêss”ê ve, li ser weşana ajansa IRNA ragîhand.

Korpûsa welîyê şoreşa  Îranêye Îslamî, sê daxuyanîyên cuda derbarê opêrasîyonên dijî têrorîstan yên girêdayî êrîşên vê dawîyê yên li bajarên Kerman û Rasakê belav kirin.

Li gorî du daxuyanîyên berê, korpûsa welîyê Îranêye Îslamî, êrîşên mûşekî “li ser hejmarek navendên sîxurîyê û cîhên kombûna grûpên têrorîstî yên dijî Îranê li navçeyên cuda yên navçeyê ji wan li Sûrîyayê” pêk anîn.

Daxuyanîya sêyem dibêje ku korpûsa welîyê Îranêye Îslamî baregeha “Mosadê” li Kurdistana Îraqê bi mûşekên balîstîk “ji bo rola rêjîma îsraîlî di kuştina fermandarên Îranî û berxwedanê de kir armanc û wêran kir”.

3 ê çile, salvegera têrorkirina gênêral Qasim Silêmanîye çaremîn, di encama 2 teqînan de ku di merasima bîranîna wî de li bajarê Kermanê pêk dihat, derdora 90 kes hatin kuştin. Koma têrorîstî ya “Dewleta Îslamî” berpirsyarîya vê êrîşê hildabû  ser xwe.

Lê sala 2023 a  meha kanûnê, koma têrorîst ya “Ceyş el-Adî” li bajarê Resakê ketibû kemînê û di encamê de 11 efserên qanûnê hatin kuştin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button