H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanê ji opozîsîyayê qewilên bona aşîtîya tevî Adirbêcanê nabîne

Serokê fraksîya opozîsîyon ya bi navê “Ermenîstan” Sêyran Ohanyan rojeva aşîtîyê çawa ya yekalî hesab dike.Parlamêntvan fikira xwe bi wê menîyê dide îzbatkirinê,wekî Adirbêcan her dem dewekarîyênê nû raberî Ermenîstanê dike.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Ohanyan fikira wî cûreyî wextê qisa tevî rojnamevana elam kirîye, dema ku ewî derheqa elametîyên serokên Adirbêcanêye van axirîya xeberdaye.

“Yekîya tirka û azêrîya piştî serkevtina nava şerê sala 2020 î dîsa hukumên xweye hindava Ermenîstanê berdewam dike û dîsa bi zimanê borcdarkirinê Ermenîstanêra xeber dide”,- Ohanyan gotîye. Nava vê hemtêkstêda parlamêntvan rojeva aşîtîyê çawa ya xapandinê hesab dike.

“Ew rojev ya yekalîye. Ew yek ji alîyê Adirbêcanêda hindava Ermenîstanê borcdarkirine. Bo wê yekê jî meriv dikare bêje ku elametîyên Elîyêv nehatine guhartinê, çimkî ew her dem  dewekarîyên nû raberî Ermenîstanê dike”,- ewî gotîye.

Bi gotina Ohanyan, roja îroyîn qewilên bona aşîtîya tevî Adirbêcanê tunene. Parlamêntvan gotîye,wekî Adirbêcanê bi valakirina Qerebaxê hindava ermenîyên Qerebaxê komkujî mîyaser kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button