H’emû nûçeSereke

Pevguhartina pêşnîyaraye dora projeya peymana aşîtîyê, ya tevî Adirbêcanê berdewam dibe: Alên Sîmonyan

Nava projeya peymana aşîtîyêda, ya tevî Adirbêcanê xaleke usa tune, kîjanêda pêvajo tenê bona alîkîye, hemû têzên wê derheqa him Ermenîstanê û him jî derheqa Adirbêcanêdanin.

Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.

Bi axaftina derheqa elametîyên serokê Adirbêcanêda, Sîmonyan gotîye wekî tu tişt neqewimîye û pevguhartina pêşnîyaraye dora peymana aşîtîyê berdewam dibe.

Alên Sîmonyan usa jî gotîye,wekî elametîyên serokê Adirbêcanê gelek cara ji fikirdarîya hevraxeberdana dere.

“Dora projeya peymanê tiştekî usa tune ku  tenê derheqa alîkîdabe. Mesele, dema ku gilî derheqa paşdavekişandina eskeradane, wî çaxî ew derheqa herdu alîyadane. Ew hemû têz him bona Adirbêcanê û him jî bona Ermenîstanêne”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button