
Di encama êrişê de Pêşrew Dîzayî û keça wî ya 1 salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.
Zaroka biçûk ji kavilên mala ku hatiye mûşekbaran mirî hat derxistin.
Herwiha di êrişê de hevjîna Dîzeyî ya bi navê Hana Cotyar û kurên wî yên bi navê Roj û Rawan û keçeke wî ya din jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Hewlêrê.
Li gorî agahiyên malbata wan, rewşa hevjîna Pêşrew Dîzayî baş e lê kurekî wî li beşa nexweşiyên giran tedawî dibe.
Rûdawê xwe gihand wêneyên zarokên ku birîndar bûne.
Li aliyê din peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemerî ragihand ku di wê êrişê de karsazekî Xirîstiyan ê bi navê Kerem Mixayîl ê ku mêvanê Pêşrew Dîzayî bû hatiye kuştin.
Dolemerî herwiha diyar kir ku Rewan Pêşrew Dîzeyî, Roj Pêşrew Dîzeyî, hevjîna Pêşrew Dîzayî Hana Cotyar û du karkerên malê yên Filipînî yên bi navê Allen û Mîke birîndar bûne.







