H’emû nûçeSereke
Parlamêntê projeya girêdayî wan merivara qebûl kirîye, yên ku qulix nekirine û 27 salên wan jî demam bûye

Parlamênta Ermenîstanê projeya girêdayî wan merivara qebûl kirîye, yên ku qulix nekirine û 27 salên wan jî demam bûye.Gilî derheqa wê yekêdane wekî ew merivên ku ji qulixa nava eskerîyê xwe dûr girtine û 27 salên wan jî demam bûye.
Li gorî projeyê tê pêşnîyarkirinê, ku mecalê bidine wan welatîya ku ew ji cabdarîyê azabin: ya ewlin ewe ku ew du sala qulix bikin, ya duem ewe, ku ew salekê qulix bikin û du mîlîon nîv diram bidine byûcêya dewletê, ya sêem jî ewe, ku şeş meha qulix bikin û pênc mîlyon diram bidin byûcêya dewletê. Li gorî xala çaremîn, merivên wî cûreyî dikarin mehekê qulix bikin û heyşt mîlîon dirama bidine byûcêya dewletê, lê dewsa temamîya qulixkirinê dikarin 15 mîlyon bidine byûcêyê.







