H’emû nûçeSereke

Rûsîyayê û Adirbêcanê borcdarîyên xweye elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î neqedandine: Papoyan

Nava elametîya 9 ê mijdarêda li kîderê hatîye dîyarkirinê,wekî Rûsîya gerekê kontrolê li ser rêyekê îzbatke, gilî derheqa vekirina rêyên êkonomîkî û transportêdane. “Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji partîya “Peymana sîvîl” Gêvorg Papoyan gotîye rojnamevana.

“Xala wî cûreyî tune. Dema ku em xala 9 ê mijdarê dixwînin, em dibînin wekî gilî derheqa wê yekêdane,wekî Ermenîstan gerekê rê bide.Ermenîstan amadeye  rê bide û ew jî gorî qanûndarîya me. Kê gotîye ku Ermenîstanê rê girtine.

Ya duem, em derheqa elametîya 9 ê mijdarêda bêjin. Gelo nava elametîya 9 ê mijdarêda xaleke usa heye, li kîderê Fêdêrasîya Rûsîyayê û Adirbêcan borcdarî hildane ser xwe û kirine? Hemû xalada jî, çi ku hildane ser xwe, ne kirine”,- Papoyan gotîye.

Bi gotina parlamêntvan, berî dîyarkirina elametîya 9 ê mijdarê, bila hemû meriv paşda vegerine Qerebaxê, bila azêrî ji wir derkevin, bila korîdora Laçînê bimîne, lê aşîtîparêzên rûs jî şuxulkarîya xweye li wir mîyaserkin.

“Nava elametîya 9 ê mijdarêda xalên usa  hene, lê yên mînanî wê yekê ku Rûsîya gerekê tiştekî kontrolke, tunene. Gilî derheqa vekirina rîyadane û ew yek jî rojeva Ermenîstanêye”,-Papoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button