H’emû nûçeSereke
Sênata Fransîyayê wê rêzolyûsîya derheqa mafê paşdaçûyîna binelîyên Qerebaxêye ermenî gotûbêj bike

Sênata Fransîyayê wê îro projeya rêzolyûsîya derheqa şermezarkirina êrîşa Adirbêcanêye ser Qerebaxê û usa jî her cêribandineke êrîşkirina ser axa Ermenîstanê, gotûbêj bike. Derheqa wê yekêda malpera Sênata Fransîyayê, ya fermîda hatîye gotinê.
Rêzolyûsîyayêda usa jî bang tê kirinê ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê û dew tê kirinê ku garantîyayên mafê paşdaçûyîna ermenîyaye li Qerebaxê bidin.







