H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê eşaretîîyê dide Adirbêcanê, wekî dema ku yekîtîya axa Ermenîstanê bê teribandinê, encamên giran wê hebin

Yekîtîya Avropayê eşaretîya dide Adirbêcanê,wekî heger hindava axa Ermenîstanê teribandin hebin, ew yek wê encamên giran bîne ser pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Adirbêcanê.

Derheqa wê yekêda  berdevkê pêwandîyên Yekîtîya Avropayêye der Pêtêr Stano gotîye miqaledarê “Armênprêss” ê, dema ku ewî derheqa elametîyên serokê Adirbêcanê Elîyêvda xeberdaye.

“Em tevî serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê nava pêwandîyadanin û em derheqa piştgirîya serbixwetîyên herdu welata jî dibêjin, derheqa xweykirina yekîtîya axa  wan û bi rîya edil helkirina pirsgirêka didine dîyarkirinê.Yekîtîya Avropayê hemû mecala dide xebatê û zelal dibêje Adirbêcanê,wekî her teribandineke  yekîtîya axa Ermenîstanê wê encamên gelekî giran li ser pêwandîyên me bihêle”,-Stano gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button